Keça Kurdan [Remix]

Şivan Perwer, Pelrecords

Keça Kurda

6 Adarê 1975. Ez li Kurdistanê li gundekî Batmanê bûm. Ev helbest ji keçek Kurd ji bo min diyarî bû, ez jî vê helbestê an go diyarî gelê xwe dikim.

Ez keçikek gundî me lo ez birîndar im
Deşt û bajar nedîme lo ez birîndar im
Gula mêrga gelî me lo ez birîndar im
Ava çem û kanî me lo ez birîndar im
Lo bira serê min li dorê
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketne gorê....
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Min ji xortekî hez kiribû ji mala meriyê me
Bav û birayê min nedan bûn sebeba serê min
Bav û birayê min nedan bûn kelemê çavê min
Bav û birayê min nedan bûn berdevkê devê min

Lo bira serê min li dorê
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketine gorê
Bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min

Min divê naber nemîne li ser rûçkê cîhan
Keç û xortik giş bibin weke xwişk û biran
Li her derê ava bin da nişkav dibistan
Mane li ber dest û lingan em keçikê Kurdistan

Lo bira serê min bi dorê
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketine gorê....
Lo bira evîna dilê min
Agir berda canê min
Hêstir berda çavê min ay

Hele were binêr hatî mala me Perwer Şivan
Tu li ser syran ser çavan hat hozanê Kurdistan
Derd û kulên me pir in bûne qîr û qetran
Te bi deng û tembûra xwe bela kir li cîhan

Lo bira derdo Şivano
Xozano bar girano
Bê waro perîşano oo...
Lo bira serê min li dor
Em girtine bi zorê
Bi saxî ketine gorê....

Beliebteste Lieder von Sivan Perwer

Andere Künstler von Traditional music