Kî ne Em ? [Remix]

Ez bi hêsanî ango, vê helbestê, hew bi deng û tembûra xwe dibêjim. Nivîs ya Mamoste Cegerxwîn e û bi amadekariya min jî helbest hatiye hazirkirin. Ez hêvîdar im ku şûn de ev helbesta ji hêla pir kesî wê bê xwendin. Lew helbest, tarixa materyalîzme de gelî Kurdistanê tîne ziman.

Kî ne em?
Cotkar û karker
Gundî û rêncber
Hemû proleter
Gelê Kurdistan
Şoreş û volqan
Tev dînamêt in
Agir û pêt in
Sor in wek etûn,
Agir giha qepsûn
Gava biteqin
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kî ne em?
Hey hey hey kî ne em?
Em in rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat.
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar,
Xurt û koledar
Ji Rom, ji Fireng,
Di rojên pir teng,
Bi kuştin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kî ne em?
Hey hey hey kî ne em?
Kî ne em?
Gelê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê aşitîxwaz.
Em xweş mirov in,
Ne hirç û hov in
Lê çi bikim bê şer
Dijmin naçî der.
Bav û kalê me
Dijîn tev serbest,
Naxwazin bijîn
Ta ebed bindest.
Kî ne em?
Hey hey hey kî ne em?
Em in ew kurdê serhişk û hesin,
Îro jî dijmin ji me ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr,
Biteqim ji bin,
Dîsa wek şêra,
Bikevin çiya.
Naxwazim bimrim,
Dixwazim bigrim.
Kurdistana xwe
Axa Mîdiya,
Kî ne em?
Hey hey hey kî ne em?
Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar,
Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
Em in ew Lolo, Kardox û Kudî,
Em in Mad û Goş, Horî û Gudî.
Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
Em in, em Kurd in li jêr û li jor
Çend hezar sal in
Kurdistana me
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!
Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg
Hinek jên bûne cahşê jardara
Kurdistan firot wan tev neyaran
Bûne mezhebdar,
Bûne olperest,
Bûne paşverû, bi tizbî û xişt
Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.
Ta ku Kurdistan,
Ta ku Kurdistan
Jar û perîşan
Kete bin destan!
Ketin xewê, ketin xewê
Ketin xewa zilm û zorê
Ketin xewa bindestiyê
Raketin, raketin…
Yek caran serê xwe rakirin
Lê dijmin serî zû jê kirin
Yek carna serê xwe bi hêz rakirin
Lê dijmin serî zû jê kirin
Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin
Ev erdê jiyanê ye
Germ dibe, sar dibe
Dikele, dikele, dipişiqîne
Brûskê tavê tavan hiltîne
Ronahî dike rojê li welat hiltîne
Her wek ên Kawa li ser xwe pêk tîne
Niştimanperweran diwelidîne
Em in ew gela
Belê em in ejderha
Ji xewa dîlî
Şiyar bûn niha
Dixwazin wek mêr
Tev mejî û bêr
Rabin her wek şêr
Serê xwe hil din
Çi serbilind in
Bi cîhan carek
Em bidin zanîn
Rêçika Marksîzm,
Rêçika Lenîn.
Kurê Guhderz û Salar û Rustem,
Kurê Şêrgoh û Ferhad û Deysem.
Bejin bilind in
Wek dêw bilind in
Em destdirêj in
Serbest dibêjin
Dixwazin bi lez
Gavan bavêjin!
Kî ne em?
Hey hey hey kî ne em?
Ne xwînxwar in em, aşitîxwaz in em
Serdarên bilind, gernas in her dem
Em şer naxwazin,
Divên wekhevî,
Em paş ve naçin,
Lê dijmin direvî!
Divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî
Divên biratî, lê ew qebûl nakî
Bûye wek rûvî
Li paş xwe nanêrî
Kî ne em…
Gelo bavê min çi bikin?
Naxwazin însanî
Êrîş bikin û bigrin
Histu bişkînin
Ev pîsên mirdar
Ji nav me derxînin
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kî ne em?

Beliebteste Lieder von Sivan Perwer

Andere Künstler von Traditional music